Bi hezaran kes ber bi mîtînga HDP'ê ya li Kartalê ve diçin
- 17:32 7 Tebax 2022
- Rojane
STENBOL - Bi hezaran kes bi dirûşme û tilîliyan ber bi mîtinga HDP'ê ya bi dirûşma "Çareserî em e ji şer û mêtingeriyê re na" li Meydana Qertalê tê lidarxistin ve diçin.
Bi hezaran kes bi dirûşme û tilîliyan ber bi mîtinga HDP'ê ya bi dirûşma "Çareserî em e ji şer û mêtingeriyê re na" li Meydana Qertalê tê lidarxistin ve diçin. HDP'ê li qada mîtingê bi kurdî û tirkî pankarta "Çareserî em e ji şer û mêtingeriyê re na" darve kir.
Parlamenterên HDP'ê, HDK, Tevgera Jinên Azad (TJA), SODAP, SYKP, ESP, Partiya Şoreşger, Kaldiraç, rêxistinên jinan, rêxistinên demokrasiyê, gelek partiyên çep-sosyalist beşdarî mîtingê bûn.
Bi hezaran kesî govend gerandin
Bi hezaran kes ji navçeyên Edirne, Bursa, Kocaeli, Stenbolê û gelek cihên din hatin qada mîtîngê. Bi hezaran kes bi çepik, dirûşme, tilîliyan hatin qada mîtingê û govend gerandin. Dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","HDP gel e gel li vir e" hatin berzkirin. Jin bi dîmenên xwe yên rengîn derketin pêş.