Li Şirnexê birîna daran didome

  • 18:56 18 Tîrmeh 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Birîna daran ku li herêma Besta, Çiyayên Cûdî û Gabarê yên Şirnexê dabûn destpêkirin bênavber didome. Her roj bi dehan kamyonan darên ku tên birîn ji derveyî bajêr re tên şandin.
 
Birîna daran ku li herêma Besta, Çiyayên Cûdî û Gabarê yên Şirnexê dabûn destpêkirin bênavber didome. Li herêmên Kaniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qurteka peşiya, Girêdeyince, Şerevan, Xirtkbestê û Navyanê birîna daran didome. Darên ku li van herêman tên birîn, li herêma Navyan a girêdayî çiyayê Cûdî tên komkirin û ji wir jî bar dikin kamyonan û dibin derveyî bajêr.
 
Bi dehan kamyon û TIR’ên ku her roj derbas dibin bi çadirên brandayê tên veşartin. Tevî van yekan jî li dijî vê komkujiyê rayedar bêdengiya xwe diparêzin