Ji bo xwendekarên ji yurdê hatin avêtin daxuyanî

  • 18:36 7 Cotmeh 2024
  • Rojane
AMED - Du xwendekar bi hinceta ‘endamên rêxistinê ne’ ji Yurda Keçan a Îyaz Bîn Ganem hatin avêtin. Jinan der barê mijarê de daxuyanî dan û diyar kirin ku divê zêdetir têkoşîn bê dayîn û rêxistinbûn hebe.
 
Xwendekarên zanîngeha Dîcleyê (DU) ji bo du xwendekarên bi hinceta ‘endamên rêxistinê ne’ ji Yurda Keçan a Îyaz Bîn Ganem hatin avêtin, daxuyanî dan. Daxuyanî bi tevlibûna gelek xwendekaran pêk hat. Li ser navê xwendekaran Buşra Arslan daxuyanî xwend.
 
BuşrayÊ da zanîn ku qada jiyana jinan bi awayekî sîstematîk tê tunekirin û wiha got: “Yên zîhniyeta pergalê li her derê bi cih dikin, du xwendekarên jin yên li Yurda Îyaz Bîn Ganem diman bi hincetê bêbingeh ji yurdê avêtin. Hevalên me bêyî ku derfeta cih ji xwe bibînin,  ji yurdê avêtine. Yurd îro bûne wek girtîgehan Û mixabin bûne navendên ku kes lê întîxar dikin. Ev bi salane wisa ye. Li her derê ji bo jinan qad nayê nasîn. Hîna sê roj berê li Stenbolê du hevalên me yên jin bi hovîne hatin qetilkirin. Divê em ji her demê zêdetir têkoşîna xwe bimeşînin û xwe rêxistin bikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ bidawî bû.