Li Şirnexê birîna daran didome 2022-07-18 18:56:17   ŞIRNEX - Birîna daran ku li herêma Besta, Çiyayên Cûdî û Gabarê yên Şirnexê dabûn destpêkirin bênavber didome. Her roj bi dehan kamyonan darên ku tên birîn ji derveyî bajêr re tên şandin.   Birîna daran ku li herêma Besta, Çiyayên Cûdî û Gabarê yên Şirnexê dabûn destpêkirin bênavber didome. Li herêmên Kaniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qurteka peşiya, Girêdeyince, Şerevan, Xirtkbestê û Navyanê birîna daran didome. Darên ku li van herêman tên birîn, li herêma Navyan a girêdayî çiyayê Cûdî tên komkirin û ji wir jî bar dikin kamyonan û dibin derveyî bajêr.   Bi dehan kamyon û TIR’ên ku her roj derbas dibin bi çadirên brandayê tên veşartin. Tevî van yekan jî li dijî vê komkujiyê rayedar bêdengiya xwe diparêzin