Li Amedê li dijî tundiya mêr meş: Em ê yek din kêm nebin!

  • 18:25 7 Cotmeh 2024
  • Rojane
AMED - Li Amedê li dijî tundiya li ser jinan û jinên hatine qetilkirin ji Qada Şêx Saîd heta Sûrê meş pêk hat. Jinan diyar kirin ku tundî her diçe zêde dibe û gotin “Dewleta kujer AKP’a hepvar.”
 
Platforma Jinan a Amedê û Pêkhateyên Tora Têkoşîna Li dijî Tundiyê ya Amedê, bi dirûşmeya ‘qetilkirinên jinan polîtîkin’ jji Qada Şêx Saîd heta Sûrê meşiyan.  
 
Piştî meşê jinan daxuyanî dan. Serokê Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku sedema qetilkirina jinan berxwedana li dijî koletiya ku serdestiya mêr ferz dike ye û got: “Me li ser daxwaza malbata Rojînê ev meş pêk anî.Niha malbata Rojînê nav me de ye. Daxwaza wan jî heye. Qetilkirinên jinan êdî hatiye nokteyeke ku pêşiya wê nayê girtin. Em dibêjin ku emê qetilkirinên jinan rawestînin. Di vê mijarê de baweriya me tam e.  Rojîn ev 11 roje winas ye. Bila destê xwe ji dest jinan rabikin.”
 
Parlamentera Amedê Ceylan Akça Cupolo jî axivî û daxuyakirin ku tundiya demên dawî de zêde bûye rasta rast girêdayê polîtîkayên dewletê ye.  Ceyranê diyar kir ku  wê hesab bipirsi û heta dawî têkoşîna xwe ya li dijî vê bimeşînin.
 
Endama Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Amedê parêzer Cansel Atalay jî axivî û got wê têkoşîna xwe mezin bikin û êdî wê yek ji wan kêm nebe.
Daxuyanî bi çalakiya runiştinê ya jinan bidawî bû.