Meclîsa Jinê ya HDP'ê civiya

  • 12:03 16 Tîrmeh 2022
  • Rojane
ENQERE - Di civîna ku Meclîsa Jinê ya HDP'ê piştî kongreya hat gel hevdu de wê xeta têkoşînê ya serdema nû bê diyarkirin. 
 
5'emîn Kongreya Awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 3'yê Tîrmehê de li Eywana Sporê ya Enqereyê pêk hat. Di kongreyê de 100 endamên esil 50 yedek û 30 jî fexrî hatin hilbijartin. Piştî kongreyê Meclîsa Jinê ya HDP'ê li navenda giştî ya partiya xwe civiya. 63 endamên meclîsa partiyê yên jin û parlamenter beşdarî civînê bûn. 
 
Dê civîn bi nirxandina pêvajoya siyasî, rêxistinbûyina Meclîsa Jinê, diyarkirina xeta têkoşînê ya pêvajoya nû dewam bike. 
 
Piştî civînê dê Koordînasyona Jinê û Berdevka Meclîsa Jinê bê avakirin.