Meclîsa Jinê ya HDP'ê civiya 2022-07-16 12:03:13   ENQERE - Di civîna ku Meclîsa Jinê ya HDP'ê piştî kongreya hat gel hevdu de wê xeta têkoşînê ya serdema nû bê diyarkirin.    5'emîn Kongreya Awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 3'yê Tîrmehê de li Eywana Sporê ya Enqereyê pêk hat. Di kongreyê de 100 endamên esil 50 yedek û 30 jî fexrî hatin hilbijartin. Piştî kongreyê Meclîsa Jinê ya HDP'ê li navenda giştî ya partiya xwe civiya. 63 endamên meclîsa partiyê yên jin û parlamenter beşdarî civînê bûn.    Dê civîn bi nirxandina pêvajoya siyasî, rêxistinbûyina Meclîsa Jinê, diyarkirina xeta têkoşînê ya pêvajoya nû dewam bike.    Piştî civînê dê Koordînasyona Jinê û Berdevka Meclîsa Jinê bê avakirin.