Jina ku li Amedê êriş lê hat kirin bi giranî birîndar bû

  • 10:33 16 Tîrmeh 2022
  • Rojane
AMED - Jina bi navê Esma B. bi êrişa mêrê berî sê mehan jê veqetiyabû rû bi rû ma û bi giranî birîndar bû. 
 
Jina bi navê Esma B. li ser rêya Xarpêtê ya li Amedê bi êrişa mêrê berî sê mehan jê veqetiyabû rû bi rû ma û bi giranî birîndar bû. Bi alavên tûj û çekê êriş li Esma B. hat kirin. Esma B. rakirin nexweşxaneya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargil û derbarê mêrê ku êriş kir jî xebatên girtinê hatin destpêkirin. 
 
Hat diyarkirin ku talûkeya Esma jiyana xwe ji dest bide heye.