Jina ku li Amedê êriş lê hat kirin bi giranî birîndar bû 2022-07-16 10:33:20   AMED - Jina bi navê Esma B. bi êrişa mêrê berî sê mehan jê veqetiyabû rû bi rû ma û bi giranî birîndar bû.    Jina bi navê Esma B. li ser rêya Xarpêtê ya li Amedê bi êrişa mêrê berî sê mehan jê veqetiyabû rû bi rû ma û bi giranî birîndar bû. Bi alavên tûj û çekê êriş li Esma B. hat kirin. Esma B. rakirin nexweşxaneya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargil û derbarê mêrê ku êriş kir jî xebatên girtinê hatin destpêkirin.    Hat diyarkirin ku talûkeya Esma jiyana xwe ji dest bide heye.