ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN

  • 09:00 16 Tîrmeh 2022
  • Rojev
*Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an bi çirûskên xwe yên ewilî li Kobanê dest pê kir û li Cizîrê dewam kir. Gelê Kurd ji bo tayinkirina qedera xwe ya bi destên xwe li ber xwe da û di aliyê stratejiyê de bû xwediyê roleke girîng. 
 
*Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û infaza wan hatine şewitandin 8 meh li pey xwe hişt. Nasên girtiyan û jinên ji bo piştevaniyê beşdarî nobedê dibin bal kişandin ser bêdengiya gel û rayedaran û wiha gotin: "Edaleta tê xwestin ji bo her kesî ye. Lê gel û rayedar jî tev bê deng in. Ev bêdengî wê me hemûyan jî ber ber bi xirabiyê ve bibe. Pêwîst e rojek beriya rojekê bertekek xurt were nîşandan."
DÎMEN HEYE
 
*Li gundê Krêdiyê ya ji 120 malî pêk tê pirsgirêka avê tê jiyîn û şêniyên gund bi bîdonan avê birin malê û neçarin 350 TL jî tankerek av bigirin. Welatiyan diyar kirin ku divê ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin. DÎMEN HEYE
 
*Fincê Akman ya di temenê biçûk de îşkence dît û dest ji têkoşînê berneda, niha ji bo kurê xwe yê girtî di Nobeda Edeletê de  bi du dayikan re li dijî polîsan li berxwe dide. DÎMEN HEYE