ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-16 09:00:00   *Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an bi çirûskên xwe yên ewilî li Kobanê dest pê kir û li Cizîrê dewam kir. Gelê Kurd ji bo tayinkirina qedera xwe ya bi destên xwe li ber xwe da û di aliyê stratejiyê de bû xwediyê roleke girîng.    *Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û infaza wan hatine şewitandin 8 meh li pey xwe hişt. Nasên girtiyan û jinên ji bo piştevaniyê beşdarî nobedê dibin bal kişandin ser bêdengiya gel û rayedaran û wiha gotin: "Edaleta tê xwestin ji bo her kesî ye. Lê gel û rayedar jî tev bê deng in. Ev bêdengî wê me hemûyan jî ber ber bi xirabiyê ve bibe. Pêwîst e rojek beriya rojekê bertekek xurt were nîşandan." DÎMEN HEYE   *Li gundê Krêdiyê ya ji 120 malî pêk tê pirsgirêka avê tê jiyîn û şêniyên gund bi bîdonan avê birin malê û neçarin 350 TL jî tankerek av bigirin. Welatiyan diyar kirin ku divê ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin. DÎMEN HEYE   *Fincê Akman ya di temenê biçûk de îşkence dît û dest ji têkoşînê berneda, niha ji bo kurê xwe yê girtî di Nobeda Edeletê de  bi du dayikan re li dijî polîsan li berxwe dide. DÎMEN HEYE