Ji MEBYA-DER'ê serdana malbatan
- 16:44 9 Tîrmeh 2022
- Rojane
AMED - Bi minasebeta Cejna Qurbanê MEBYA-DER, serdana malbatên ku xizmên xwe di têkoşîna azadî û demokrasiyê de windakirine kir.
Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), bi minasebeta Cejna Qurbanê serdana malbatên ku xizmên xwe di têkoşîna azadî û demokrasiyê de windakirine kir.
Li navçeyên Rêzan, Yenîşehir, Peyas û Sûrê serdana malbatan hatin kirin. Di serdanan de daxwaza pêkanîna edalet û demokrasiyê hatin kirin.