Ji MEBYA-DER'ê serdana malbatan 2022-07-09 16:44:27   AMED - Bi minasebeta Cejna Qurbanê MEBYA-DER, serdana malbatên ku xizmên xwe di têkoşîna azadî û demokrasiyê de windakirine kir.     Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), bi minasebeta Cejna Qurbanê serdana malbatên ku xizmên xwe di têkoşîna azadî û demokrasiyê de windakirine kir.    Li navçeyên Rêzan, Yenîşehir, Peyas û Sûrê serdana malbatan hatin kirin. Di serdanan de daxwaza pêkanîna edalet û demokrasiyê hatin kirin.