Ji Rojîn Kabaîş agahî tuneye

  • 20:29 7 Cotmeh 2024
  • Rojane
WAN - Ji xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku ji 27’ê Îlonê ve agahî jê nayê girtin, 11 roj in winda ye.
 
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ku Beşa Pêşxistina Zarokan dixwend, ev 11 roj in winda ye. Rojîn a ku li Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyîd Fehîm Arvasî dima, di 27’ê îlonê de piştî şîvê ji wargehê derdikeve û careke din venagere. Telefon, berguhk, av û keka Rojînê ji aliyê xwendekaran ve li ser qeraxa Behra Wanê ya dikeve di nava sînorên zanîngehê de tê dîtin. Xwendekar tiştên Rojînê teslîmî miduriyeta wargehê dikin û li ser vê yekê wargeh agahiyê dide malbat û polîsan. Li ser vê yekê di 28’ê îlonê de ji bo Kabaîşê xebatên lêgerînê tên destpêkirin, lê ev 10 roj in di derheqê Rojîn Kabaîşê de tu agahiyên şênber nehatin bi dest xistin.
 
Der heqê windabûna Rojînê de heta niha tu saziyên fermî daxuyaniyek nedaye û hat zanîn ku dê xebat bên berfirehkirin.