Oya Ersoya derbarê Hanîfî Zengîn de pêşnûmepirs da meclîsê

  • 15:03 8 Tîrmeh 2022
  • Ramyarî
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Oya Ersoy xwest ku derheqê polîsê bi navê Hanîfî Zengîn de ku di çalakiyan de êrişî jin û rojnamegeran dikir, lêpirsîn were destpêkirin. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Oya Ersoy derheqê Midûrê Şaxa Ewlehiyê Hanîfî Zengîn de pêşnûmepirs da Meclisê. 
 
Oya, bi daxwaza ku Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay bibersivîne ev pêşnûmepirs da Meclisê û wiha got: “Divê derheqê polîs Hanifî de lêpirsîna kargêrî û dadî were destpêkirin. Di van her du çalakiyên dawî yên li Stenbolê de Hanifî Zengîn bi awayekî taybet û sîstematîk jinan tacîz dike, gefan li wan dixwe û wan hedef nîşan dide.” 
 
Oya Ersoy, ev pirs ji Oktay kirin: 
 
“* Midûrê Şaxa Ewlehiyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê Hanîfî Zengîn li pêş çavên her kesî ku dîmenên wê li ser çapemeniyê jî hatin parvekirin, tundiyê li jinan dike û wan tacîz dike. Gelo derheqê wî de lêpirsîneke kargerî û dadî hatiye destpêkirin an na? 
 
* Di Meşa Rûmetê ya di 26’ê hezîranê de kenê xwe bi welatiyekî ji qadê dûr dibû kir û destê xwe lê da. Li gel vê yekê jî karê xwe weke ‘midûr’ berdewam kir. Di çalakiya tenduristvanan de jî heqaret li rojnamegereke jin kir, lê xist û gef lê xwarin. Gelo dibe ku vê nêzikatiya we cesaret dabe wî? 
 
* Gelo Hanîfî Zengîn çima hêj Midûrê Şaxa Ewlehiyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ye?”