Oya Ersoya derbarê Hanîfî Zengîn de pêşnûmepirs da meclîsê 2022-07-08 15:03:54   ENQERE - Parlamentera HDP’ê Oya Ersoy xwest ku derheqê polîsê bi navê Hanîfî Zengîn de ku di çalakiyan de êrişî jin û rojnamegeran dikir, lêpirsîn were destpêkirin.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Oya Ersoy derheqê Midûrê Şaxa Ewlehiyê Hanîfî Zengîn de pêşnûmepirs da Meclisê.    Oya, bi daxwaza ku Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay bibersivîne ev pêşnûmepirs da Meclisê û wiha got: “Divê derheqê polîs Hanifî de lêpirsîna kargêrî û dadî were destpêkirin. Di van her du çalakiyên dawî yên li Stenbolê de Hanifî Zengîn bi awayekî taybet û sîstematîk jinan tacîz dike, gefan li wan dixwe û wan hedef nîşan dide.”    Oya Ersoy, ev pirs ji Oktay kirin:    “* Midûrê Şaxa Ewlehiyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê Hanîfî Zengîn li pêş çavên her kesî ku dîmenên wê li ser çapemeniyê jî hatin parvekirin, tundiyê li jinan dike û wan tacîz dike. Gelo derheqê wî de lêpirsîneke kargerî û dadî hatiye destpêkirin an na?    * Di Meşa Rûmetê ya di 26’ê hezîranê de kenê xwe bi welatiyekî ji qadê dûr dibû kir û destê xwe lê da. Li gel vê yekê jî karê xwe weke ‘midûr’ berdewam kir. Di çalakiya tenduristvanan de jî heqaret li rojnamegereke jin kir, lê xist û gef lê xwarin. Gelo dibe ku vê nêzikatiya we cesaret dabe wî?    * Gelo Hanîfî Zengîn çima hêj Midûrê Şaxa Ewlehiyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ye?”