Li Efrînê 3 jin ji aliyê çeteyan ve hatin revandin
- 13:33 7 Tîrmeh 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Mabeta ya Efrînê 3 jin hatin revandin.
Çavkaniyekî ji navçeya Mabeta ragihand ku çeteyên “Mihemed El-Fatih” 3 jinên kurd ên ji şêniyên gundê Misteşûr ê navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî revandin. Navên jinên hatine revandin wiha ne: “Ruqeye Mistefa, Hêvîn Hemîd Eltono û Henîfe Îbrahîm.”
Jinên hatine revandin ber bi cihekî ne diyar ve hatin birin û heta niha aqûbeta wan nayê zanîn.