Li Efrînê 3 jin ji aliyê çeteyan ve hatin revandin 2022-07-07 13:33:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Mabeta ya Efrînê 3 jin hatin revandin.   Çavkaniyekî ji navçeya Mabeta ragihand ku çeteyên “Mihemed El-Fatih” 3 jinên kurd ên ji şêniyên gundê Misteşûr ê navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî revandin. Navên jinên hatine revandin wiha ne: “Ruqeye Mistefa, Hêvîn Hemîd Eltono û Henîfe Îbrahîm.”   Jinên hatine revandin ber bi cihekî ne diyar ve hatin birin û heta niha aqûbeta wan nayê zanîn.