Heyetek ji Iraqê çû serdana Mexmûrê
- 16:19 5 Tîrmeh 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî êrişa hewayî ya li ser Mexmûrê, heyeteke girêdayî hikûmeta Iraqê serdana wargehê kir û li cihê êrişa ji aliyê balafirên bêmirov a bi çek a dewleta Tirk ve pêk hat, lêkolîn kir.
Balafirek bêmirov a bi çek a dewleta Tirk saet di 12.15’an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li malekê da. Di encama êrişê de birîndar hene. Piştî êrişê heyeteke girêdayî hikûmeta Iraqê serdana Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kir û çû cihê ku êrîş hatiye kirin.
Heyet bêyî ku tu daxuyaniyekê bide gel an jî çapemeniyê ji wargehê derket.
Îro jî heyeteke leşkerî ya payebilind a Iraqê serdana navçeya Mexmûr kir. Li gorî ragihandinên Iraqê di heyetê de fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê, Fermandarê Operasyonên Hevbeş, Fermandarê Hêzên Hevbeş û gelek fermandarên din cih girtine.