Heyetek ji Iraqê çû serdana Mexmûrê 2022-07-05 16:19:04       NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî êrişa hewayî ya li ser Mexmûrê, heyeteke girêdayî hikûmeta Iraqê serdana wargehê kir û li cihê êrişa ji aliyê balafirên bêmirov a bi çek a dewleta Tirk ve pêk hat, lêkolîn kir.   Balafirek bêmirov a bi çek a dewleta Tirk saet di 12.15’an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li malekê da. Di encama êrişê de birîndar hene. Piştî êrişê heyeteke girêdayî hikûmeta Iraqê serdana Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kir û çû cihê ku êrîş hatiye kirin.   Heyet bêyî ku tu daxuyaniyekê bide gel an jî çapemeniyê ji wargehê derket.   Îro jî heyeteke leşkerî ya payebilind a Iraqê serdana navçeya Mexmûr kir. Li gorî ragihandinên Iraqê di heyetê de fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê, Fermandarê Operasyonên Hevbeş, Fermandarê Hêzên Hevbeş û gelek fermandarên din cih girtine.