Li dijî Wargeha Mexmûrê êrişa hewayî

  • 12:41 5 Tîrmeh 2022
  • Rojane
MEXMÛR - Îro di saet 12:20 an de balafira bêmirov a bi çek a Dewleta Tirk êrişê Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir. 
 
Dewleta Tirk a îro di saet 12:20'an de bi balafira bêmirov a bi çek êrişê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) kir. Malek hedef hatiye girtin. Li gorî agahiyan tu ziyana canî nîne, lê ziyana madî heye.
 
Tê payîn ku Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê Mexmûrê li ser mijarê daxuyaniyê bide.
 
Hêjayî gotinê ye ku îro şandeyeke leşkerî ya paye bilind a Iraqê serdana navçeya Mexmûr kir. Li gorî ragihandinên Iraqê di şandeyê fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê, Fermandarê Operasyonên Hevbeş, Feramndarê Hêzên Hevbeş û gelek fermandarên di rûtbeyên cûda de serdana navçeya Mexmûrê kirine.