Li dijî Wargeha Mexmûrê êrişa hewayî 2022-07-05 12:41:58   MEXMÛR - Îro di saet 12:20 an de balafira bêmirov a bi çek a Dewleta Tirk êrişê Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir.    Dewleta Tirk a îro di saet 12:20'an de bi balafira bêmirov a bi çek êrişê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) kir. Malek hedef hatiye girtin. Li gorî agahiyan tu ziyana canî nîne, lê ziyana madî heye.   Tê payîn ku Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê Mexmûrê li ser mijarê daxuyaniyê bide.   Hêjayî gotinê ye ku îro şandeyeke leşkerî ya paye bilind a Iraqê serdana navçeya Mexmûr kir. Li gorî ragihandinên Iraqê di şandeyê fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê, Fermandarê Operasyonên Hevbeş, Feramndarê Hêzên Hevbeş û gelek fermandarên di rûtbeyên cûda de serdana navçeya Mexmûrê kirine.