ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2022'YAN

  • 09:00 5 Tîrmeh 2022
  • Rojev
*Têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û armanca êrişan Dayika Aştiyê Emîne Dawod wiha got:" Bibin bersiv û rê nedin xwînmijan ku welatên me dagir bikin." DÎMEN HEYE
 
*Qanûna dezenformasyonê ku wek qanûna sansurê tê binavkirin ger bikeve meriyetê wê zextek cidî li ser rojnameger û civakê bike. Ev qanûn wê azadiya fikr û ramanê bi giştî ji holê rake.
 
*Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn  ku girtiye der barê cezayê li gumanbarê Pinar Gultekîn hatiye birîn de nameyek nivîsî û got: “Em jin tu car dest jê bernadin. Em ê bibin kabusa we û we rehet bernedin.” 
 
*Jinên ji ber krîza aboarî nikarin hewcedariyên xwe pêk bînin, ji bazarên taxê destvala vedigerin. Hinek diyar dikin ku bi salan e goşt negirtine û niha jî nikarin sebze bigirin. Jinan di peyama hevpar a dan de wiha got: “Pirsgireka kurdan ne krîz e, neçareserî ye.”