ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-05 09:00:00   *Têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û armanca êrişan Dayika Aştiyê Emîne Dawod wiha got:" Bibin bersiv û rê nedin xwînmijan ku welatên me dagir bikin." DÎMEN HEYE   *Qanûna dezenformasyonê ku wek qanûna sansurê tê binavkirin ger bikeve meriyetê wê zextek cidî li ser rojnameger û civakê bike. Ev qanûn wê azadiya fikr û ramanê bi giştî ji holê rake.   *Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn  ku girtiye der barê cezayê li gumanbarê Pinar Gultekîn hatiye birîn de nameyek nivîsî û got: “Em jin tu car dest jê bernadin. Em ê bibin kabusa we û we rehet bernedin.”    *Jinên ji ber krîza aboarî nikarin hewcedariyên xwe pêk bînin, ji bazarên taxê destvala vedigerin. Hinek diyar dikin ku bi salan e goşt negirtine û niha jî nikarin sebze bigirin. Jinan di peyama hevpar a dan de wiha got: “Pirsgireka kurdan ne krîz e, neçareserî ye.”