ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
- 09:00 2 Tîrmeh 2022
- Rojev
*Jinên bi reng, tilîliyên xwe ji bo kongreya HDP’ê îro derdikevin rê diyar kirin ku hêz û gotna wan a ku biguherin, azadî û astiyê ava bikin heye û banga tevlibûna kongreyê kirin. DÎMEN HEYE
* Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, diyar kir ku ji bo pêvajoya aştiyê divê alî tevli pêvajoya muzakereyê bibin û got: "Yek ji aliyan yê herî girîng jî Birêz Ocalan e. Divê her kes li dijî polîtîkayên tecrîdê rabin û bêdeng nemînin.” BI DÎMEN
*Girtiya nexweşa giran Fatma Tokmak 22 sal e girtî ye û Saziya Tipa Edlî du sal şûnde rapora ‘li girtîgehê dikare jiyana xwe tenê bidomîne’ da.
*Parlamentera HDP’ê ya Mûşê der barê endamtiya Swêd û Fîlandiyayê ya NATO’yê de axivî û got: “Bi taybet bloka DYA û Îngîlîstanê gelek qadên li Rojhilata Navîn wek qerekola NATO’yê Tirkiyeyê bikar tîne. Tirkiye her carê ji ser kurdan tawîz dide û polîtîkayeke navneteweyî ya ku kurdan dikin qurban heye. Sedema neçareserkirina pirsgirêka kurd jî pozîasyona NATO’yê ye." BI DÎMEN