ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-02 09:00:00   *Jinên bi reng, tilîliyên xwe ji bo kongreya HDP’ê îro derdikevin rê  diyar kirin ku hêz û gotna wan a ku biguherin, azadî û astiyê ava bikin heye û banga tevlibûna kongreyê kirin. DÎMEN HEYE   * Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, diyar kir ku ji bo pêvajoya aştiyê divê alî tevli pêvajoya muzakereyê bibin û got: "Yek ji aliyan yê herî girîng jî Birêz Ocalan e. Divê her kes li dijî polîtîkayên tecrîdê rabin û bêdeng nemînin.” BI DÎMEN    *Girtiya nexweşa giran Fatma Tokmak 22 sal e  girtî ye û Saziya Tipa Edlî du sal şûnde rapora ‘li girtîgehê dikare jiyana xwe tenê bidomîne’  da.    *Parlamentera HDP’ê ya Mûşê der barê endamtiya Swêd û Fîlandiyayê ya NATO’yê de axivî û got: “Bi taybet bloka DYA û Îngîlîstanê gelek qadên li Rojhilata Navîn wek qerekola NATO’yê Tirkiyeyê bikar tîne. Tirkiye her carê ji ser kurdan tawîz dide û polîtîkayeke navneteweyî ya ku kurdan dikin qurban  heye. Sedema neçareserkirina pirsgirêka kurd jî pozîasyona NATO’yê ye."  BI DÎMEN