Li Wargeha êzidiyan a li Zaxoyê gelek kon şewitîn
- 14:39 30 Hezîran 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Bacid Kendala ya li qezaya Zaxoyê ku koçberên êzidî lê dimînin şerwat derket. Gelek kon şewitîn.
Li Wargeha Bacid Kendala ya li qezaya Zaxoya Herêma Federal a Kurdistanê, koçberên êzidî lê dimînin agir bi konekê ket û piştre şewat berfireh bû.
Piştî derketina şewatê tîmên agirkujiyê çûn cihê şewatê û hewl dan ku agir bitemîrînin.
Hezar û 684 malbat li wargehê dibînin û piraniya koçberên Şengalê ne.