Li Wargeha êzidiyan a li Zaxoyê gelek kon şewitîn 2022-06-30 14:39:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Bacid Kendala ya li qezaya Zaxoyê ku koçberên êzidî lê dimînin şerwat derket. Gelek kon şewitîn.    Li Wargeha Bacid Kendala ya li qezaya Zaxoya Herêma Federal a Kurdistanê, koçberên êzidî lê dimînin agir bi konekê ket û piştre şewat berfireh bû.   Piştî derketina şewatê tîmên agirkujiyê çûn cihê şewatê û hewl dan ku agir bitemîrînin.    Hezar û 684 malbat li wargehê dibînin û piraniya koçberên Şengalê ne.