Li Geverê çûna zozanan hat qedexekirin

  • 13:54 28 Hezîran 2022
  • Rojane
COLEMÊRG - Dewleta Tirk operasyona li qada Astenga Reş a Gevera Colemêrgê bi dawî kir û çûna zozanên herêmê pênc rojan qedexe kir.
 
Li qada Astenga Reş a di navbera gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo ya Geverê di 26’ê Hezîranê de operasyoneke leşkerî hatibû destpêkirin. Operasyon hat bidawîkirin û wesayîtên zirxî yên leşkerî, helîkopter, kepçe û dozer tevî leşkeran hatin vekişandin. Lê leşkeran ji gundiyên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo ragihandin ku wan çûna zozanan heta 5 rojan qedexe kirine.
 
 Di ema operasyonê de 13 kes hatibûn binçavkirin û di 26’ê Hezîranê de êvarî piştî îfadeya wan a li Fermandariya cendirmeyan a Geverê 11 kes hatibûn berdan. Îfadeya Bîrhat û Behçet Engudar jî di destê sibehê de hate girtin. Tê payîn piştî îfadeyê wan sewqî dadgeriyê bikin.
 
Hate diyarkirin ji ber şivan û gavan hatine binçavkirin jî nêzî 5 hezar pez û dewar winda ne û ji ber çûna zozanan hatiye qedexekirin, gundî nikarin biçin li heywanên xwe bigerin.