Li Geverê çûna zozanan hat qedexekirin 2022-06-28 13:54:32   COLEMÊRG - Dewleta Tirk operasyona li qada Astenga Reş a Gevera Colemêrgê bi dawî kir û çûna zozanên herêmê pênc rojan qedexe kir.   Li qada Astenga Reş a di navbera gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo ya Geverê di 26’ê Hezîranê de operasyoneke leşkerî hatibû destpêkirin. Operasyon hat bidawîkirin û wesayîtên zirxî yên leşkerî, helîkopter, kepçe û dozer tevî leşkeran hatin vekişandin. Lê leşkeran ji gundiyên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo ragihandin ku wan çûna zozanan heta 5 rojan qedexe kirine.    Di ema operasyonê de 13 kes hatibûn binçavkirin û di 26’ê Hezîranê de êvarî piştî îfadeya wan a li Fermandariya cendirmeyan a Geverê 11 kes hatibûn berdan. Îfadeya Bîrhat û Behçet Engudar jî di destê sibehê de hate girtin. Tê payîn piştî îfadeyê wan sewqî dadgeriyê bikin.   Hate diyarkirin ji ber şivan û gavan hatine binçavkirin jî nêzî 5 hezar pez û dewar winda ne û ji ber çûna zozanan hatiye qedexekirin, gundî nikarin biçin li heywanên xwe bigerin.