Li Londonê zarokekî kurd hate kuştin
- 12:41 19 Hezîran 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bakurê Londonê ciwanekî kurd ê 17 salî bi kêrê hate kuştin. Li ser vê yekê bi sedan kes ber bi Navenda Polîsan a Tottenhamê ve meşiyan û dewleta 'tedbîr negirtiye' şermezar kirin.
Li herêma Tottenham a bakurê Payitextê Îngilistan Londonê zarokê kurd Alî Baygoren ê 17 salî dema ku ji mala xwe derket bi kêrê hate kuştin. Li gorî agahiyan, têkildarî kuştina Alî Baygoren ku ji Ajansa Nûçeyan a Firtatê (ANF) hatin girtin hat ragihadnin ku 2 kes ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin.
Li herêma bakurê Londonê ku gelek koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî lê ne, di demên dawî gelek bûyerên kuştinê bi destê çeteyan hatin kirin û pêşî li van kuştinan nehatiye girtin, lewma jî kuştina Alî Baygoren bû sedema nerazîbûneke mezin û serhildanê.
Li dû bûyera kuştinê, tevî endamên Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê, Cemxane, Meclîsa Gelê Kurd, Gîk-Der û komeleyên xwecihî, bi sedan kes li hemberî Stadyûma Tottenhamê li hev civin û daxuyaniyek dan.
Piştî daxuyaniyê girseya gel, ber bi Qereqola Polîsan a Tottenhamê meşeke girseyî lidarxist û dirûşmên "Li dijî çeteyan bibin yek" berz kir.