Li Londonê zarokekî kurd hate kuştin 2022-06-19 12:41:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bakurê Londonê ciwanekî kurd ê 17 salî bi kêrê hate kuştin. Li ser vê yekê bi sedan kes ber bi Navenda Polîsan a Tottenhamê ve meşiyan û dewleta  'tedbîr negirtiye' şermezar kirin.   Li herêma Tottenham a bakurê Payitextê Îngilistan Londonê zarokê kurd Alî Baygoren ê 17 salî dema ku ji mala xwe derket bi kêrê hate kuştin. Li gorî agahiyan, têkildarî kuştina Alî Baygoren ku ji Ajansa Nûçeyan a Firtatê (ANF)  hatin girtin hat ragihadnin ku 2 kes ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin.   Li herêma bakurê Londonê ku gelek koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî lê ne, di demên dawî gelek bûyerên kuştinê bi destê çeteyan hatin kirin û pêşî li van kuştinan nehatiye girtin, lewma jî kuştina Alî Baygoren bû sedema nerazîbûneke mezin û serhildanê.   Li dû bûyera kuştinê, tevî endamên Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê, Cemxane, Meclîsa Gelê Kurd, Gîk-Der û komeleyên xwecihî, bi sedan kes li hemberî Stadyûma Tottenhamê li hev civin û daxuyaniyek dan.   Piştî daxuyaniyê girseya gel, ber bi Qereqola Polîsan a Tottenhamê meşeke girseyî  lidarxist û dirûşmên "Li dijî çeteyan bibin yek" berz kir.