ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2022'YAN

  • 09:00 19 Hezîran 2022
  • Rojev
* Dem, rêbaz, amûr, nav û bi taybetî jî îqtîdar diguherin, lê belê hişmendiya sansûrê naguherin.  Di dema nîqaşên Pêşnûmeqanûna dezanformasyonê de 16 rojnamegerên kurd hatin girtin. Gelo rojnamegerên kurd ên azad ji ber “Agahiyên Şaş” dan e hatin girtin? MEDYA KRÎTÎK
 
* Parêzer Ozge Akyuz da zanîn ku wek CÎSST heta niha hezar û 562 girtiyên nexweş tespît kirine û balkişand ser binpêkirina mafan û got Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî tevnagere. BI DÎMEN 
 
*Jinên siyasetmedar li dijî girtina 16 rojnamevanan bertek nîşan dan û gotin: “Ev demek dirêj e li dijî çapemeniya kurd êrişekê didin meşandin. Di salên 90’î de rojnamevanan, îro jî rojnamevaniyê qetil dikin. Lê belê çapemeniya kurd tevî hemû zextan têdikoşe û paşve gavê navêje.” BI DÎMEN 
 
* Rûniştina gumanbarên ku Pinar Gultekîn qetil kir sibehê tê dîtin û beriya rûniştinê endama Jinên Ciwan a Azad Berfîn Polat axivî û got: “Em bang li hemû kesî dikin ku di 20’ê Hezîranê de xwedî li têkoşîna edaletê ya Pinarê derkevin.”
BI DÎMEN 
 
*Jinên ku li gundê Esmer dijîn her sal di mehên havîne di serdema  berxbirê de bi awayekî kolektîf hiriya ji mîh û berxan kom dikin dişon, diyar dikin ku ji bo karê wan hesantir bibe ev hevkarî gelek girîng e. DÎMEN HEYE