ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-19 09:00:00   * Dem, rêbaz, amûr, nav û bi taybetî jî îqtîdar diguherin, lê belê hişmendiya sansûrê naguherin.  Di dema nîqaşên Pêşnûmeqanûna dezanformasyonê de 16 rojnamegerên kurd hatin girtin. Gelo rojnamegerên kurd ên azad ji ber “Agahiyên Şaş” dan e hatin girtin? MEDYA KRÎTÎK   * Parêzer Ozge Akyuz da zanîn ku wek CÎSST heta niha hezar û 562 girtiyên nexweş tespît kirine û balkişand ser binpêkirina mafan û got Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî tevnagere. BI DÎMEN    *Jinên siyasetmedar li dijî girtina 16 rojnamevanan bertek nîşan dan û gotin: “Ev demek dirêj e li dijî çapemeniya kurd êrişekê didin meşandin. Di salên 90’î de rojnamevanan, îro jî rojnamevaniyê qetil dikin. Lê belê çapemeniya kurd tevî hemû zextan têdikoşe û paşve gavê navêje.” BI DÎMEN    * Rûniştina gumanbarên ku Pinar Gultekîn qetil kir sibehê tê dîtin û beriya rûniştinê endama Jinên Ciwan a Azad Berfîn Polat axivî û got: “Em bang li hemû kesî dikin ku di 20’ê Hezîranê de xwedî li têkoşîna edaletê ya Pinarê derkevin.” BI DÎMEN    *Jinên ku li gundê Esmer dijîn her sal di mehên havîne di serdema  berxbirê de bi awayekî kolektîf hiriya ji mîh û berxan kom dikin dişon, diyar dikin ku ji bo karê wan hesantir bibe ev hevkarî gelek girîng e. DÎMEN HEYE