Welatiyên Sêrtê diherikin qada pîrozbahiyê
- 13:04 21 Adar 2021
- Rojane
SÊRT - Li Sêrtê, bi hezaran kes herikîn Taxa Aştiyê û Newroz pîroz kirin.
Li Sêrtê, Newroz bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” hat pîrozkirin. Gel herikî qada Newrozê ya li Taxa Aştiyê û piştî lêgerîna nokteya kontrolê ketin qadê. Girseyê mîna her salê îsal jî, bi cil û bergên xwe yên neteweyî qada Newrozê xemilandin.
Bi hezaran kesên qada Newrozê tije kirin, li ber stranan guvendê digerînin û bi berzkirina dirûşmeyan doza girtina HDP’ê şermezar dikin.
Pîrozbahiyên Newrozê bi coş li qadê dewam dikin.