Li Colemêrgê Newroz bi tevlibûna bi hezran tê pîrozkirin

  • 13:01 21 Adar 2021
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Li Colemêrgê û li Geverê ji bo pîrozbahiya Newrozê ji serê sibehê zû ve gel diherike qadên Newrozê. Li Geverê tevlibûna ciwanan balê dikişîne. 
 
Li navenda Colemêrgê Newroz bi tevlibûna bi hezaran tê pîrozkirin. Ji bo tevlibûna pîrozbahiya ku li Qda Otogarê tê kirin ji navçe û gundên dewrdorê jî kes herikîn qadê.  Li qadê alên HDP'ê hatin daliqandin. Kesên tevli pîrozbahiyê bûn bi cil û bergên kurdî ku li xwe kirin qad xemilandin. Di pîrozbahiya ku parlamenterên HDP'ê Şevîn Çoşkun û Hasan Ozguneş tevli bûn de pankartên bi nivîsên  "Li dijî zilmê yekitî û piştevanî", "Ciwan xwe birêxistin dikin aştî bi ser dikev" hatin daliqandin û dowîzên, "Newroz yekitî ye", "Newroz pîroz be"  hatin hilgirtin.  
 
Pîrozbahiya ku ji 7 salî heta 70 salî kes tevli dibin piştre wê bi pêxistina agirê Newrozê bê destpêkirin û bi axaftin, muzîk û govendê dê berdewam bike. 
 
Gel hîna jî diherike qadê. 
 
Li geverê jî Newroz bi coşa ciwanan tê pîrozkirin
 
Ji bo pîrozbahiya Newroza ku li Geverê li Stada Yenîşehirê tê pîrozkirin bi sedan kes tevli dibe. Li Geverê tevlibûna xur a ciwanan mohra xwe li pîrozbahiyê dide.
 
Li Geverê pîrozbahiya Newrozê li Stada Yenîşehirê tê kirin. Ji bo derbasbûna qadê li 3 cihan lêgerîn tê kirin. Girseya li qadê kom dibe her ku diçe mezin dibe. Tevlibûna zêde ya ciwanan li Geverê balê dikişîne û di pîrozbahiya ku alên HDP'ê liba dibin de her ku diçe coşa gel zêde dibe. Axaftina Newrozê wê ji aliyê parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede û Hevseroka Şaredariya Cizîrê Adalet Fîdan ve bê kirin. Piştre pîrozbahî wê bi mûzîk û govendê berdewam bike.