Li Serhedê coşa Newrozê

  • 12:43 21 Adar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Serhedê pîrozbahiya Newrozê bi coş û heyecanek mezin dest pê kir û girse kom bi kom berê xwe didin qadên pîrozbahiyê. 
 
Newroza îsal bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" li gelek bajarên Serhedê tê pîrozkirin. Jin bi cil û bergenên xwe pên rengîn û kurdewarî serê sibêhê berê xwe dan qadên pîrozbahiyê û Newroza xwe pîroz dikin. Di pîrozbahiyan de welatî bal kişandin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê. Her wiha li qadan gel xwedî li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derketin.  
 
Li Tetwanê gel diherike qada Newrozê 
 
Li Tetwana Bedlîsê jî îro pîrozbahiyên Newrozê serê sibêhê dest pê kir. Gel berê xwe da qada pîrozbahiyê. Piştî kontrola nasnameyan girse ku ketin qadê govend gerandin û Newroza xwe bi coşek mezin pîroz dikin. Jin wekî her tim bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî pîrozbahiyan bûn. 
 
Pîrozbahiya li Bazîdê dest pê dike 
 
Li Bazîda Agiriyê jî girse kom bi kom berê xwe didin qadê. Pîrozbahî li pişt avahiya Şaredariyê qada otoparqê tê lidarxistin. Ji gund û navçeyan welatî berê xwe didin pîrozbahiyê. 
 
Li Agirî û Mûşê pîrozbahî 
 
Li Navenda Agiriyê jî pîrozbahiyên Newrozê dest pê dike û gel kom bi kom berê xwe didin qadê.  Her wiha li navenda Mûşê jî girse ji bo pîrozbahiyê berê xwe didin qadê.