Li Edeneyê govenda Newrozê

  • 12:14 21 Adar 2021
  • Rojane
 
EDENE - Gelên li Edeneyê di bin dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" gihaştin hev, govend gerandin û Newroz pîroz kirin. 
 
Gelên Edeneyê di pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi hişyara "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin", di saetên serê sibê de berê xwe dan Qada Newrozê ya Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan. Qada Newrozê bi alên HDP'ê hatin xemilandin. Li Qadê pankartên "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin bi ser bikevin”, "HDP hevî ye, nayê bêdengkirin,", "Bi jinan diguhere", "Em hevî wêrekî û piştevaniyê mezin dikin", "Em bi hev re hêviyê mezin bikin", "Xwe bi rêxistin bike, azad bibe, tecrîd û faşîzmê perçe bike" vekirin. 
 
Di pîrozbahiyê de parlamenterên HDP'ê, Serokê Giştî yê Mala Gelan Nebiye Mert Turk, nûnerên HDK'ê û partiyên civakî jî di navde ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. 
 
Gel bi cil û bergên rengîn û alên kesk, sor û zer ji 3 aliyan dikevin qada Newrozê. Lê polîs destûr nadin ku alên kesk, sor û zer têxin qadê. Jin bi tilîliyan û dirûşmeyan kelecana girsê zêde dikin. Polîsan bi hinceta lêgerîna wan heye 2 kes binçav kirin. 
 
Girseya ku li qadê kom bûn, bi cil û bergên xwe yên rengîn li dora agir û li ber def û zurneyan govendê digerînin.