Li Êlihê Newroz bi dirûşma 'Bijî serok Apo' dest pê kir

  • 11:56 21 Adar 2021
  • Rojane
ÊLIH - Li Êlihê di pîrozbahiya li Qda Newrozê de welatî bi tilîlî û dirûşmên "Bijî serok Apo"  govendê digerînin. 
 
Newroza ku Her sa li hemû bajarên Kurdistanê bi coş tê pîrozkirin vê salê li Êlihê jî bi dirûşma "Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û azad bibin" tê pîrozkirin. Ji bo Newroza ku wê parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca û hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî tevli bibe bi hezaran kes diherikin qadê. Li qada ku bi bariyerên polîsan hat dorpêçkirin pankartên bi nivîsa "Newroz serhildana mezin a jinan e", " HDP gel e gel li vir e" hatin daliqandin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. 
 
Ji ber kodê HES ku tê xwestin welatî dereng derbasî qadê dibin. 
 
Kesên tevli pîrozbahiyê dibin bi cil û bergên xwe yên kurdî tevli dibin.