Li Mêrdînê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir

  • 11:48 21 Adar 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li Nisêbîn û Qoserê bi hezaran kes qada Newrozê tijî kirin. Qada Newrozê bi cil û bergên gelêrî ên reng bi reng re nexişî.
 
Bi dirûşma “Ji bo Azadiyê Agirê Newrozê Gur Bikin” li Nisêbîn û Qoserê agirê Newrozê hat pêxistin. Bi hezaran welatî bi cilên reng, reng re qada Newrozê dagirtin. Li qadê alên Partiya Demokratîik ya Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û kesk û soru zer hatin hilgirtin. Dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijîi Newroz” hatin berzkirin.
 
Jin, ciwan û hemû welatî bi govendê jî coşa xwe nîşan didin.