Li Şengalê pîrozbahiya Newrozê

  • 11:31 21 Adar 2021
  • Rojane
 
ŞENGAL - Bi rihê têkoşîna şêniyên Şengalê li dijî gef û zextên hukumeta Iraqê li tevahiya gund û navçeyên Şengalê agirê Newrozê hat pêxistin û hat pîrozkirin.
 
Li Guhbel, Borik, Duhla, Sedeşt, Xanesor, Sinûn, Digur û navenda Şengalê, bi pêxistina agir Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Her wiha welatiyan li derdora agir govend gerand.
 
Saleh Reşoyê ku li Komelgeha Digurê tevlî pîrozbahiyê bûyî di serî de cejna Newrozê li Abdullah Ocalan pîroz kir û got:“Bi hezaran salane, em wek civaka Êzidî Cejna Newrozê pîroz dikin û weke erkekê dibînin.”
 
Her wiha Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zehrê Xelef jî di serî de Newroz li tevahiya gelên azadîxwaz pîroz kir û got : “ Tevî gefên mezin ku li ser me tên kirin, lê em ê  agirê Newrozê geş bikin. Bi rihê Mezlûm û Berxwedanan, em ê têkoşîna xwe xurt bikin  û em ê berxwedana xwe bi ser bikevin.”
 
Jina bi navê Filûs Şengalî jî cejna Newrozê li gelê kurd pîroz kir. 
 
Pîrozbahiyên Newrozê bi gerandina govendên heta seatên dereng ên şevê berdewam kir.