Li Colemêrgê 2 Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin

  • 10:54 21 Adar 2021
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Di encama biserdegirtina malan a Colemêrgê de Dayikên Aştiyê Gulîzar Demîr û Halîme Arslan hatin binçavkirin. 
 
Li Kuçeya Sumbulê ya Colemêrgê di saetên serê sibehê de ji aliyê polîsên tevgera taybet bi ser malan de hat girtin û Dayikên Aştiyê Gulîzar Demîr (45)  û Halîme Arslan (50) û hevjînê wê Nihat Arslan (50) hatin binçavkirin. 3 kesên hinceta binçavkirina wan nehat hînbûn birin Mduriyeta Emniyetê.