Li Rihayê kelecana Newrozê

  • 10:51 21 Adar 2021
  • Rojane
 
RIHA - Li Rihayê gel bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê serî hildin azad bibin" herikîn ber bi Stadyuma 11'ê Nîsanê. 
 
Ji saetên serê sibehê de gelê Rihayê herîkîn ber bi qada bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ew ê bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê serî hildin azad bibin"Newroz lê bê pîrozkirin. Gel bi dirûşm û rengên kesk sor û zer li ber  Stadyuma 11'ê Nîsanê kom bû. Bi def zurne û stranan gel rabûn govendê.
 
Li qada Newrozê pankartên bi nivîsên "Emê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin", "Newroz raperîna jinan a azadiyê ye" hatin daliqandin. 
 
Piştî kontrolkirina koda HES'ê û lêgerînê gel derbasî qadê bû. HDP'yiyan ji bo kesên koda wan a HES'ê tune ye alîkar dibin.