Li cîhanê pîrozbahiyên Newrozê

  • 10:07 21 Adar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek deverên cîhanê kurd û dostên kurdan daketin qadan Newroz pîroz kirin û banga azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin.  
 
Duh û îro li gelek deverên cîhanê kurd û dostên kurdan daketin qadan Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyên îsal de tecrîd hat şermezarkirin û banga azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin. 
 
Li 2 herêmên Ermenistanê Newroz hat pîrozkirin
 
Li herêmên Elegez û Oktoberyan ên Ermenistanê doh êvarê Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin.Girseya gel agirê Newrozê dada û cejna xwe pîroz kir.
Di pîrozbahiyan de hate ragihandin ku Newroz berxwedan û azadî ye û destpêkê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li şehîdan, gerîla, berxwedêrên zindanan û gel hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Newroz" hatin qîrîn û li dora agirê Newrozê govend hate gerandin.
 
Newroz li Swîsreyê hate pîrozkirin
 
Li bajarên Basel û Cenevreyê yên Swîsreyê Newroz ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pîrozkirin. Li bajarê Baselê yê Swîsreyê, bi beşdariya bi hezaran Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê û dostên wan, Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de xwedî li pêngava "Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê; dem dema azadiyê ye" hate derketin. Nêzî 2 hezar kes tevlî pîrozbahiyê bûn ku li Dreîrosenbruckeyê hate lidarxistin û ji bo têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê dirûşm hatin qîrîn.
 
Pîrozbahiyeke din jî li bajarê Cenevreyê bû. Zêdeyî 300 Kurdistanî i ber ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî li hev kom bûn û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de pêngava azadiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê dewam dike hate silavkirin û ji bo xurtkirina berxwedanê bang hate kirin. Piştî axaftinan govend stran hatin gotin û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
 
Li Elmanya û Fransayê pîrozbahiyên Newrozê 
 
Li bajarên Mannheîm, Darmstadt, Heîlbronn Saarbrucken, Freîbûrg, Frankfûrtê, Kîel, Heîlbronnê û Berlîn ên Elmanyayê Kurdistanî û Elman ji bo Newrozê pîrozbahî lidarxistin. 
Her wiha li bajarê Toûloûse, Rennesê, Dragûîgnanê û banliyoyên Vîlleneûve St. George û Grîgny ên paytexta Fransa Parîsê Newroz hat pîrozkirin. 
 
Newroza 2021'ê li Yewnanistanê bi coş hat pîrozkirin
 
Li paytexta Yewnanistan Atînayê, Newroz ji aliyê Gelê Kurd û dostên wan ve hate pîrozkirin. Navenda Çanda Kurdistanê, Tevgera Ciwanên Şoreşger, rêxistinên anarşîst û yên şoreşger ên Tirkiyeyî Newroz bi coş pîroz kirin. Di dema pîrozbahiyê de daxuyanî hatin dayin û hate ragihandin ku berxwedana li Kurdistanê bi berxwedana Gargê gihîştiye asta herî bilind. Çalakgeran tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Di pîrozbahiyê de rêxistinên MLKP û TKP-ML TÎKKO peyam dan.
 
Newroz li Awûstûryayê hate pîrozkirin
 
Newroz li bajarê Grazê yê Awûstûryayê hat pîrozkirin. Kurdistanî tevî dostên xwe li Haûptplaztê ya li Grazê li hev civiyan û Newroz pîroz kirin. Çalakiyê piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna dest pê kir. Hevserokê Civaka Azad a Awûstûryayê Halîs Sever li qadê axivî û bi bîr xist ku Newroz cejna serhildan û azadiyê ye.
Kurdistaniyan dirûşma "Bijî Newroz" qîriyan û li dora agirê Newrozê govend gerandin.
 
Li Danîmarka û Swêdê pîrozbahiyên Newrozê
 
Kurdistaniyan li Kopenhag a ku paytexta Danîmarkayê ye, li ber Navenda Çanda Kurd agirê Newrozê pêxistin û bi dirûşma “Bijî Serok Apo” Newroz pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de banga tevlîbûna ji bo Newroza sibe kirin û li ser hev dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.
 
Li bajarê Stockholm û Vasterås a Swêdê jî Newroz hate pîrozkirin. Kurdistaniyên li ber Navenda Çanda Kurd hatin gel hev û agirê Newrozê pêxistin. Kurdistaniyên ku tora nava bajêr gihiştîn cihê pîrozbahiyê, bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” ketin qada ku agirê Newrozê lê hatî pêxistin.
 
Li Bîlbaoyê Kurdan Newroz pîroz kir
 
Kurdistaniyên li bajarê Bîlbao ya ku paytaxtê Baskê ye bi pêşengiya Platforma Piştgiriya Gelê Kurd li navenda bajar hatin gel hev û bi merasîmekê Newroz pîroz kirin.
Kurdistaniyan cihê pîrozbahiyê bi wêneyên mezin ên têkoşerên jin ên di rêya azadiya Kurdistanê de şehîd bûne û pankart û wêneyên têkoşerên jin ên cîhanê ve xemilandibûn. Li wir Kurdistaniyan li ber stranan govend gerandin. Hêjayê gotinê ye ku welatiyên Bîblaoyî ku derbas dibin, bi baldarî li merasîma pîrozbahiya Kurdistaniyan temaşe dikin.
 
Li Fînlandiyayê agirê Newrozê hat pêxistin
 
Li Helsinkiya ku paytexta Fînlandiyayê ye, agirê Newrozê ji aliyê bi dehan Kurd ve hate pêxistin. Di çalakiya pîrozbahiyê de hate diyarkirin ku wê dagirker werin têkbirin û berxwedana wan wê berdewam bike. Çalakgeran di pîrozbahiyê de Newroza sala 2021’an li şervanên azadiyê û Rêber Apo pîroz kirin. Çalakiya Kurdistaniyan bi girtina dîlana li dora agirê Newrozê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
 
Li Amsterdamê pîrozbahiya Newrozê
 
Kurdistaniyên ku li Oosternpark a li Amsterdamê kom bûyîn, bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiya ku bi agirê Newrozê hatî pêxistin û bi dîlanê destpê kirî de, gel xwe bi ser agirê Newrozê re jî avêt. Piştî ku li ber dahol û zirnê dîlan hate girtin, li ser girîngî û wateya Newrozê axaftin hatin kirin. Di derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate gotin ku “Rêber Apo xeta me ya sor e” û bal kişandin li ser rakirina wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoglu yê HDP’yî û doza girtina HDP’ê. Berendama parlemeteriyê ya hilbijartina 17’yê Adarê bê lidarxistin Serpîl Ateş di pîrozbahiyê de axaftinek kir. Ateş Newroza gelê Kurd pîroz kir û got ku wê ji ber nasnameya xwe gelek gef xwariye û tu demê dev ji nasnameya xwe bernade. Pîrozbahî piştî ku hunermend çûn li ser dikê bi girtina dîlanê û dirûşmeyan bi dawî bû.
 
Li Îspanyayê kurd daketin qadan 
 
Li bajarê Valencîa ya Spanyayê endamên Koma Azadiya Jin di çarçoveya cejna Newrozê ji bo balê bikişînin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek lidarxistin. Jinan li nava bajêr û derveyî wê bi daliqanda alayên YPG û YPJ û vekirina pankarta ku li ser hatibû nivîsandin "Bi agirê Newrozê em ê APO azad bikin" Newroz pîroz kirin.
 
Li Rûsyayê pîrozbahiyên Newrozê
 
Kurdên ku li deverên cuda yên Rûsyayê dijîn bi merasîmekê Newroz pîroz kirin. Kurdistaniyên li bajarê Mîçûrînsk a eyaleta Tambov a Rûsyayê dijîn jî bi coş û kelecaneke mezin beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn.