Li dijî betalkirina Peymanê banga parastinê: Kolan yên me ne

  • 08:40 21 Adar 2021
  • Rojane
 
WAN - Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Komeleya Jinan a STAR bertek nîşanê betalkirina Peymana Stenbolê dan û diyar kirin ku li welat li dijî nasname jin, nasnameya Kurdbûnê êrîş heye û yekane alternatîf mezinkirina piştevaniyê ye, pêşxistina parastina cewheriye.
 
Serokomar Tayyîp Erdogan duh di saetên şevê de daxuyand ku Peymana Stnebolê fesh kiriye. Tirkiye bi awayekî fermî alîgirê peymanê bû û vekişîna Tirkiyeyê bi riya çepemeniyê hat serwîskirin. Li dijî vê jinan li ser hesabên xwe yên çapemeniya civakî bertek nîşan dan. Li welat û herêmê jin daketin kolanan û biryar protesto kirin.
 
‘Vekişîna ji peymanê em matmayî nehiştin’
 
Aktîvîstên jin yên Wanê jî bertek nîşanê mijarê dan. Aktîvîsta TJA’yê û hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun daxuyakirin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê carek din dijminahiya xwe ya li hember jinê xistiye dewrê. Handanê bi lêv kir ku ev saleke bi gotinên wekê ‘em ê peymanê vekişînin’ anîne ziman û got feshkirina peymanê ew matmayî nehiştine û got: “Ji xwe peyman pêk nedihat. Li welat hema hema her roj sê jin tên qetilkirin. Bi vekişîna peymanê re êdî em ê bibin şahidê ku di saetekê de sê jin tên qetilkirin.”
 
Handanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku yekane rê eve ku piştevaniya jinan li hemû qadan belav bibe û têkoşîn bê xurtkirin û bang kir ku divê jin li qadan bertekên xwe bilind bikin.
 
‘Dest ji nasname, jin û Kurdbûna xwe bernadin’
 
Hevseroka DBP’a Îpekyolu û aktîvîsta TJA’yê Behîce Abî jî bertek nîşanê nîqaşên girtina HDP’ê da û got destilatdarî ji bo rojevê biguhere hewl dide kaosê biafirîne û ev tişt anî ziman: “Bi vekişîna ji peymanê, jiyana jinan bi tevahî hedef hatiye girtin û dixwazin jinan hepsê malê bikin. Ez wek jinekê, wek Kurdekê wek siyasetmedarekê têkoşînê didim û dest ji nasnameyên xwe bernadim. Ez ê bertek û têkoşîna xwe li her derê bidomînim.”
 
‘Em dest jê bernadin’
 
Aktîvîsta TJA’yê Sonmez Ertaş jî bi lêv kir ku ev biryar bi armanca ku jin ji têkoşînê şûnde gavê bavêjin hatiye dayîn û ev tişt anî ziman: “Jinên ku heta niha jib o mafên wekhev têkoşîn dane dixwazin ji nûve hepsê malê bikin. Em xwedî mafên wekhevin. Desthilatdarî ji vê peymanê vekişiya lê em dest jê bernadin. Em ê li dijî vê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘Parastina cewherî pêwiste’
 
Hevseroka HDP’a navçeyê û aktîvîsta TJA’yê Canan Uzunay jî destnîşan kir ku biryar li dijî destkeftiyên jinane û got: “Em wek TJA bi kampanya ‘em xwe diparêzin’ balê dikişînin ser girîngiya parastina cewherî û girîniya wê. Pêvajoya em jê hatine nîşan dide ku; Ji me wêdetir çareya me tune. Divê jin di serî parastina xwe ya cewherî, ziman, çand û nasnameya xwe biparêze û piştevaniyê mezin bike.”
 
‘Peymana Stenbolê ji bo jinan mertale’
 
Endama Komeleya Jinan a STAR Aslihan Şedal jî daxuyakirin ku Peymana Stenbolê ji bo hemû kesên şîdet li wan hatine kirin mertalê parastinê ye û wiha berdewam kir: “Bi feshkirina peymanê xelatek din jî dan tecawizkar û kujeran. Em bi desthilatdariyeke ku kuştinên jinan rewa dike re rû bi rû ne. Peyamana ji 2011’an heta niha heye bi salane ji nîqaşê re hatiye vekirin. Ji bo mêrên tecawizkar û kujer cezayên wek xelat hatin dayîn. Desthilatdarî di şevekê de Peymana Stenbolê betal dike û xelatek din dide kujer û tecawizkaran.”
 
‘Ji jiyana jinan ew berpirsin’
 
Aslihanê di dawiya axaftinê de bi lêv kir ku ji bo pêşî li şîdeta li ser jinan bê girtin divê demildest Peymana Stenbolê pêk bê û wiha dawî lê anî: “Ji jiyana her jinên hatine qetilkirin, yên peyman pêk neanîne berpirsin.Em aktîvîstên jin û parêzvanên mafên jinan vê wek darbeyê qebûl dikin. Heta ku dest ji vê biryarê bernedin emê têkoşîna xwe bidomînin. Em wek Komeleya Jinan a STAR wê têbikoşin. Ez bang li hemû jinan dikim ku xwedî li peymanê derkevin.”