ROJEVA 21'Ê ADARA 2021'Ê

  • 08:30 21 Adar 2021
  • Rojev
 
* Kawayên Hesinkakar li dijî zilma Dehaqan berxwedana xwe didomînin. Ji Mazlumê ku li girtîgeha Hejmar 5 agir pêxist, heta Rahşana ku li Îzmîrê got ‘Wê agirê Newrozê netemire’ û Semaya ku got ‘Jin rêviyê Gelê Kurd in’… Newroz pîroz be…
 
*Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Komeleya Jinan a STAR bertek nîşanê betalkirina Peymana Stenbolê dan û diyar kirin ku li welat li dijî nasname jin, nasnameya Kurdbûnê êrîş heye û yekane alternatîf mezinkirina piştevaniyê ye, pêşxistina parastina cewheriye. BI DÎMEN