Gelê Amedê ji Newrozê re amade ye

  • 18:16 20 Adar 2021
  • Rojane
 
AMED - Rêxistina HDP'ê ya navend û navçeyan li gelek navçeyên Amedê serdana welatiyan kir û ew vexwendin pîrozbahiya Newroza ku dê sibe li Amedê bê pîrozkirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe yên ji bo Newrozê bênavber û bi coşeke mezin didomîne. Amed ji bo Newroza ku wê bi dirûşma "Em ê bi Agirê Newrozê li ber xwe bidin azad bibin" li Parka  Newrozê ya Rezan a Amedê bê pîrozkirin amade ye. Pîrozbahiya Newroze dê sibê saet di 10.00’an de li Parka Newrozê dest pê bike. Komîteya Amadekar a Newrozê, li 17 navçeyên Amedê, bi tevlêybûna  rêveber û parlamenterên HDP'ê tax bi tax kolan bi kolan serdana gel kir. Komîteyê û rêveberên HDP'ê belavok li welatî û esnafan belav kirin û herkes vexwendin Newrozê. 
 
Gel ji bo Newrozê amade ye
 
Ji gelek navçeyên Amedê dîmenên rengîn derketin holê û gel bi dirûşm, lirandin û stranan peyama xwedî derketina Newrozê da. Her wiha di serdanan de rêveber û parlementerên HDP'ê cil û bergên xwe yên kurdî li xwe kiribûn û xwestin sibê qada Newrozê bi rihekî berxwedêr bê pîrozkirin û her kes  bi cil û bergên kurdî qada Newrozê  xemilîne.