Ji qada Newrozê banga tevlîbûnê
- 17:20 20 Adar 2021
- Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn. Rêxistina HDP'ê li qada Newrozê bang li gel kir ku gel sibê tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin.
Li herêma Botanê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) amadekariyên Newrozê bi dawî kirin. Bi tevlîbûna parlementera HDP'ê û berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran li qada Newrozê bangawazî li gel hat kirin ku sibê tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin.
Li ser navê rêxistina HDP'ê parlementera HDP'ê ya Êlih û berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî û ev bang kir:" Jinên delal, ciwanên bi rûmet û gelê Cizîra Botan em sibê li qada Newrozê saet 10'an li benda we ne. Werin em bi dengê xwe, rengê xwe û bi tililîyên xwe Newrozê bi hev re pîroz bikin. Newroz pîroz be."
Piştî bangawaziyê jinan bi govend û klamên Newrozê gel vexwend Newrozê.
Li Cizîrê wê sibê li taxa banêxanê li qada Newrozê bi tevlîbûna parlementera HDP'ê ya Êlîhê Ayşe Acar Başaran û hunermend Koma Pel, Koma Awazên Botan û Merve Admiş Newroz bê pîrozkirin.