Li Îzmîrê Newroz bi girseyî hat pîrozkirin

  • 17:19 20 Adar 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Di pîrozbahiya Newrozê ya Îzmîrê de welatî bi sekn û dirûşmên xwe xwedî li HDP'ê derketin û banga bilindkirina têkoşînê  kirin. 
 
Li Îzmîrê, gel herîkî Qada Gundogdûyê û li vir Newroz pîroz kirin. Gel ku hêj serê sibehê berê xwe dan qada pîrozbahiyê. Jin bi cil û bergên herêmî qada Newrozê xemilandin. Hêzên Demokrasiyê bi pankart û daxwazên xwe li qadê cihê xwe girtin. Hêzên Têkoşîna Yekgirtî, bi pankarta “Bi rihê Newrozê ber bi yekitî, têkoşîn û serkeftin”, Partiya Kedê (EMP) bi pankarta “Li herêmê ji bo aştiyê li welat ji bo demokrasiye em bibin yek”, Malên Gel (Halkevleri) bi pankarta “Wê faşizm têk biçe, kesên tên înkarkirin bi ser kevin” û Partiya Azadiya Civakê (TOP) jî bi pankarta “Em zincîrên zilmê bişikînin” vekirin. 
  
Girse li qadê dirûşmên “HDP gel e, gel li vir e” , “Bijî Newroz” , “Bijî HDP”, “Bijî berxwedana zindanan” û "Be Sêrok jiyan nabê" berz kirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Serpîl Kemalbay, serokwekîl yê koma HDP'ê Saruhan Oluç, endamên Meclîsa Partiyê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî û pêkhatiyên HDP'ê, Jin bi hev re bi hêz in, Ji KESK'ê Elîf Çuhadar, Endamên Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê ji HDP'ê, hevserokên HDP'ê yên bajêr di pîrozbahiyê de axivîn. 
 
Ji Dayikên Aştiyê Nufusa Ataş bi kurdî axivî û got: "Em azadî û edaletê dixwazin. Em ji serokatiya xwe re azadî dixwazin. Hûn nikarin kurdan tune bikin û em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Ji Platforma Jin bi hev re bi hêz in Ebrû Dîncer axivî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Agirê ku me di 8'ê Adarê de ji bo azadî û berxwedanê pêxist me di Newrozê de geş kir. Duh şev bi Biryarnameya Serokkomariyê Peymana Stenbolê hat betalkirin. Lê divê bê zanîn ku em tu carî hepsê malê nabin. Em bêdeng nabin, natirsin û serî natewînin."
 
Ji Lijneya Rêveberiya KESK'ê ya Îzmîrê Elîf Çuhadar jî di axaftina xwe bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinan. 
 
Parlamenter Serpîl Kemalbay jî di pîrozbahiyê da axivî û got: "Doza ku derbarê girtina HDP’ê de hatî vekirin dê bibe doza tunebûna îqtîdarê. Peymana Stenbolê wekî makeqanûna jinê ye. Bi vê biryarê carek din dijminatiya xwe ya li hemberî jinan nîşandan. Em têkoşîna azadî û piştevaniyê didin. Em tu carî paşve gav navêjin. Hêviya Gelê Tirkiyeyê bi aştî û edaletê heye. Em partiya karker, jin û hemû gelên li Tirkiyeyê ne."
 
Serpîl di dawiya axaftina xwe de silav ji girtiyan re şand. 
 
Piştî axaftinana hunermend Ayfer Duzdaş û Arhat derket ser dikê. 
 
Bi gerandina govendê pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû.