Di pîrozbahiyên Newrozê de peyama piştgiriya grevên birçîbûnê hat dayin

  • 17:03 20 Adar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di pîrozbahiyên Newroza li Semsûr, Mereş, Meletê û Îdirê peyama piştgiriya grevên birçîbûnê hat dayin û li dijî tecrîdê peyama têkoşîna hevpar hat dayin. 
 
Li Îdirê, bi tevlîbûna gelek kesan Newroz li qada Bîrdariyê ya Şûran hat pîrozkirin. Ji gelên Kurd, Azerî, Terekeme û Tirk welatî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Parlamenterên HDP’ê Habîp Eksîk û Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Hevseroka HDP’ê ya Îdirê Semra Dogrûyal û Hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk a qeyûm tayînê cihê wê hat kirin, di pîrozbahiyê de axaftina silavkirina gelan kirin û bertek nîşanî vekirina doza girtina HDP’ê dan. 
 
Dûre Dîlan Dîrayet Taşdemîr a HDP’î, Newroza gelên bindest pîroz kir û got: “Em ê li dijî zextên desthilatdariyê paşve gav neavêjin. Hûn ê nikaribin pêşiya vê têkoşînê bigirin. Ji ber vê yekê evqas ji me ditirsin. Kesên dijminantiya gelê kurd dikin, tu carî bi ser nakevin. Desthilatdariya dijmînê gelê kurd e, di heman demê de dijmînê jinan e jî. Bi tayînkirina qeyûman hewl dan ku destkeftiyên jinan ji holê rakin. Duh bi  şev jî Peymana Stenbolê fesh kirin. Li dijî jinan darbe kirin. Lê jin wê her tim parastina xwe bikin û vîna xwe derbixin holê.” 
 
Piştî axaftina Dîlan Dîrayet, starên ji bo Newrozê hatin gotin. 
 
Habîp Eksîk ê HDP’ê jî, bal kişand ser darbeyên siyasî û polîtîkayên zilmê yên desthilatdariyê û got: “Hûn ê nekaribin muzîk û xeyalên me asteng bikin. Em yek bi tenê jî bimînin, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.” 
 
Piştî firandina kevokan, gotina stranan û gerandina guvendê, pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû. 
 
Semsûr 
 
Bi pêşengiya HPD'ê li Semsûrê Newroz hat pîrozkirin. Bi sedan kesên beşdarî Newrozê bûn dirûşmên "HDP gel e gel li vir e","Jin jiyan azadî","Bijî berxwana zindanan" berz kirin. 
 
Piştî Talat Yeşil ku derket ser dikê Endama PM'a HDP'ê Bedriye Coşkun axivî û bal kişand ser feshkirina Peymana Stenbolê. Bedriye diyar kir li dijî vê ew ê jin her li qadan bin. Her wiha Bedriye bal kişand ser çalakiya grevên birçîbûnê û got divê her kes bibin dengê zindanan. 
 
Mereş
 
Li navçeya Pazarcikê li Parqa Celal Dogan Newroz hat pîrozkirin. Parlamenterê HDP'ê Zeynel Ozen, Endama MYK'ê Îlknûr Birol û gelek kes beşdar bûn. Pankartên bi nivîsê "Em bi agirê Newrozê serî hildin û azad bibin" hat hilgirtin. 
 
Bi stranên Nuray Balik û ekîba wê Newrozê dest pê kir. Girseya bi stranan govend gerand dirûşmên "HDP gel e gel li vir e","Bijî Newroz" berz kir. 
 
'Em serî natewînin'
 
Piştî gotina stranan parlamenterê HDP'ê Zeynel Ozen bertek nîşanî hewildanên ji bo girtina HDP'ê da û got ne ji HDP'ê be ew ê aştî pêk neyê. Em serî natewînin. 
 
Îlknûr Birol a bertek nîşanî feshkirina Peymana Stenbolê da got bi israr in ku pêşî li komkujiyên jinan negirin, xwesteka tecawizkar û kujerên jinan pêk anîn lê em ê tu carî serî netewînin. 
 
Pîrozbahî bi gerandina govendê ya li dora agirê Newrozê bi dawî bû. 
 
Meletê 
 
Bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê serî hilgin û azad bibin" li Qada Emeksiz hat pîrozkirin. 
 
Jin bi kincên xwe yên gelêrî herîkin qadên pankartên "Em bi agirê Newrozê serî hilgin û azad bibin" lê hatibûn daliqandin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Partiya Komînîst a Kurdistanê, Partiya Kedê û Partiya Karkeran a Tirkiyeyê û gelek kes beşdar bûn. 
 
Îkbal Yalçinkaya û keça wê ya 10 salî yên bi kesk sor û zer xwe xemilandibûn hatin astengkirin. Polîsan ew girtin bin çavan. Piştî îfadeyê serbest hatin berdan. 
 
Peyama Sebahat Tuncel hat xwendin
 
Piştî rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Peyama Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel a li Girtîgeha Kandirayê hat xwendin. Sebahatê di peyama xwe de anî ziman ku bila Newroz bibe wesîleya aştiyê. 
 
Hevseroka HDP'ê ya Meletê Perihan Yucekaya bertek nîşanî êrişên li ser HDP'ê da û got Newroz bû bersiva êrişan. 
 
'Divê daxwaz bên qebûlkirin'
 
Piştre Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu wiha got:"Bi têkoşîna jinê Peymana Stenbolê hat îmzekirin jin dema bixwazin dikarin jê vekşin ne hûn. Wekîltiya Gergerlioglu bi awayekî bêhiqûqî hat xistin. Em ê li dijî vê têbikoşin. Bidawîkirina muzakereyan a ji aliyê AKP'ê ve qeyran kûrtir kir. Divê daxwazên girtiyên di grevê de bên qebûlkirin."
 
Pîrozbahî bi stranên Koma Hîvron bi dawî bû.